Bi hezaran şêniyên bajarê Tirbespiyê û gundewarên wê, bi meşeke girîng sûcên ‘Hikûmeta Demkî’ yên li dijî sivîlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Beşdaran di meşê de piştgiriya xwe ji bo berxwedana dîrokî ya gelê Helebê û QSD’ê nîşan dan û tekez kirin ku ew ê li dijî her cure êrîşî, bibe yek deng û yek dest.






