Îro Înê, li bajarê Qamişlo li Stadê Heysem Keco, Koordînasyona Jinan a Kantona Cizîrê çalakiyek li dar xist. Ev çalakî ji bo wefadariya şehîda feda’î Denîz Çiya û hevalên wê, û piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û QSD’ê hat lidarxistin.
Beşdaran tekez kirin ku ev çalakî girêdana bi nirxên azadî û berxwedanê nîşan dide, û dengê jinên têkoşer li hemberî zilmê bilind dike. Her wiha destnîşan kirin ku şehîd wê di wijdanê gel de wekî pêşengên manewî yên zindî bimînin.






