Em di serî de li ber bîranîna lehengên xwe yên nemir, Denîz Çiya, Ziyad Heleb, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn, Feraşîn Efrîn, Şehîda Amara, Şehîda Leyla Qasim û hemû canfedayên ku di Berxwedana Rûmetê ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bûn mîmarên azadiyê, bi rêzdarî serî ditewînin. Em sersaxiyê ji malbatên wan ên birûmet re dixwazin, ew malbatên ku bi vînek ji pola û bi derfetên sînordar, li dijî êrîşên hovane yên ku di 6’ê Rêbendana 2026’an de dest pê kirin, sîngê xwe kirin mertal û serî netewandin.
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rastî êrîşên sîstematîk, bêserûber û hovane yên hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk hatin. Ev êrîşên ku bi çekên giran li ser sivîl, jin, zarok û kal û pîran hatin barandin, pênc rojan bê navber dom kirin û hemû zagon û pîvanên navdewletî binpê kirin.
Armancgirtina sivîlan, wêrankirina mal, dibistan û nexweşxaneyên ku ji bo xizmetên mirovî hatine avakirin, ne tenê sûcekî şer e, lê belê di dîroka mirovahiyê de lekeyeke reş e. Ev êrîş binpêkirina eşkere ya Peymana Cinêvê ya Çaran (1949), Peymana Lahayê (1907) û Statuya Romayê ye. Li gorî van zagonan, parastina sivîlan, dûrketina ji êrîşên bêserûber û rêzgirtina li xebatkarên tendurustiyê erkeke navdewletî ye. Kiryarên hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk ên wekî kuştin û koçberkirina kurdan, bi armanceke eşkere ya qirkirinê hatine encamdan.
Em wekî Koordînasyona Jinan a Kantona Cizîrê, van sûcên li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û dewletên garantor dikin ku li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Pêwîst e lêpirsîneke şefaf û serbixwe were destpêkirin û berpirsyarên van tawanan li pêşberî Dadgeha Cezayê ya Navdewletî hesab bidin.
Her wiha em bang li Konseya Ewlehiyê ya NY dikin ku berpirsyariya xwe ya yasayî û exlaqî bîne cih û gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji van binpêkirinan biparêze. Bi taybetî, kiryara hovane ya li ser bedena şehîd Denîz, ku bi hişmendiya DAIŞ’ê hatiye parçekirin, nîşaneya lûtkeya hovîtiyê ye. Em daxwaz dikin ku kujerên xwedî vê hişmendiya tarî werin cezakirin.
Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û saziyên jinan dikin ku dengê vî gelî bigihînin cîhanê û piştgiriya xwe xurt bikin.
Wekî Koordînasyona Jinan, em careke din soza şopandina rêya şehîdan nû dikin. Heta em bigihîjin serkeftinê û armancên gelê xwe yê berxwedêr pêk bînin, em ê di bin ala şehîdan de bimeşin. Em ji hemû birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin.
Şehîd rêberên têkoşîna gel in, sax in tu carî namirin.
Koordînasyona Jin a Kantona Cizîrê Qamişlo, 15/01/2026






