Em wek Koordînasyona Jinê ya Kantona Cizîrê, êrişên hêzên “Hikûmeta Şamê ya Demkî” yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar dikin. Ev êrişên ku ji duh ve bi çekên giran û topbaranê sivîlan dikin armanc, binpêkirineke eşkere ya hemû zagonên navneteweyî û pîvanên mirovî ne.
Ev destdirêjî û bangên eşkere yên ji bo valakirina her du taxan, nîşaneya handaneke berbiçav a li dijî sivîlan e. Ev kiryar polîtîkaya koçberkirina bi darê zorê û cezakirina komî derdixe holê, ku ev bixwe li dijî niştecîhên aştiyane tawaneke temamkirî ye.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran koçberên Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê dihewînin, ku ji ber zulm û şer penaberî van taxan bûne. Îro careke din xwe di bin agirê topbaran û gefan de dibînin, ev yek nîşaneya berdewamiya êş û azarên gelê Sûriyeyê ye ku ji encamên polîtîkayên dûrxistin û tundiyê derdikevin.
Berdewamiya van êrişan ne tenê ewlehiya niştecîhên her du taxan dixe metirsiyê, lê belê bandoreke neyînî li ser pêşeroja Sûriyeyê bi giştî dike, parçebûna civakî kûrtir dike û derfetên çareseriya siyasî û aramiya rastîn ji nav dibe. Ev kiryar li şûna diyalog û hevkariya niştimanî, mentiqê zordestiyê ferz dikin.
Di vê çarçoveyê de, em bang li Hikûmeta Şamê ya Demkî dikin ku tavilê dest ji nêzîkatiya xwe ya dijminane ya li hemberî pêkhateyên Sûriyeyê berde, êrişên leşkerî yên li ser sivîlan rawestîne û vegere ser xeta niştimanî ya ku li ser bingeha naskirina pirrengiyê û rêzgirtina li mafên hemû Sûriyeyiyan ava dibe.
Di heman demê de, em li ber berxwedan û vîna gelê xwe yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serî ditewînin. Em piştgiriya wan a ji bo jiyana birûmet, mafê parastina rewa û biryardariya wan a ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku dadperwerî, wekhevî û jiyana hevbeş bilind dinirxînin.
Vîna gelan bi topan nayê şikandin. Çareserî ne di şer de, lê di diyalog, naskirina mafên rewa û rawestandina polîtîkayên tundiyê de ye.
Koordînasyona Jin ya Kantona Cizîrê
07.01.2026






