Komên çete yên girêdayî wezareta parastinê ya hikumeta demikî ya Sûriyê ji 6`ê Çileyê 2026`an ve êrîşên berfireh li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dikin. Ev êrîş planeke Tirkiyê û bi piştgiriyeke ne eşkere ya hêzên navneteweyî bû. Ev êrîş xelekeke nû ji rêzehedefgirtina hebûna Kurdan ku pêkhateyeke resen ji pêkhateyên bajarê Helebê ye, temsîl dike û berdewamiya binpêkirin û komkujiyên giran ên li dijî niştecihên beravên Sûriyê û şêniyên parêzgeha Siweydayê ye.
Bi hezeran çekdar di navde çeteyên rêxistina DAIŞ`ê beşdarî vê êrîşî bûn û têde hemû cûreyên çekên giran bikar anîn. Ji ber berpirsiyariyeke exlaqî û mirovî ya li hember şêniyên her du taxan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina sivîlan biryara berxwedanê dan. Jin di pêşengtiya vê berxwedanê de bûn û rola xwe ya wêrek di sekna li hember van êrîşan de nîşan dan. Tevî şert û mercên dijwar, dorpêçkirin û tundiya êrîşê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava 6 rojan de li ber xwe dan û teslîm nebûn. Ev jî berxwedaneke lehengî ye ku wateyên têkoşîn û fedekariyê ji bo nirxên mirovahî û rûmetê nîşan da.
Lehengên me bi çalakiyên xwe yên fedayî girêdana xwe ya kûr bi doz û gelê xwe re nîşan dane û piştrast kirine ku qurbaniyên wan her û her di dil û mejiyê gel de û di dîroka têkoşîna niştîmanî de hatine kolandin. Em berdêlên şehîdan silav dikin û piştrast dikin ku xwîna wan dê her û her bimîne menareya li ser rêya me ya ber bi azadiyê ve.
Desteserkirina her du taxan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî wezareta parastinê ya Sûriyê ve kina wan komban û sûcên ku li dijî sivîlan, pêkanîna komkujî û binpêkirinan li dijî jinan, nîşan dide. Sûcê lîstina bi cenazeyê şervaneke jin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn rûyê rast ê îşkencekirina hovane û nemirovane eşkere kir. Şehîd bi lehengî li ser banê avahiyeke hilweşiyayî di bajarekî ku ji ber westiya ye, bi tifinga xwe şer dikir, azadiya gelê xwe diparast û ji bo dengê jinên ku aştî û azadî xewna wan in, neyê vemirandin.
Em di Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hedefgirtin û kuştina jinan ji aliyê çeteyan ve wekî sûcek giran û binpêkirineke eşkere ya bendên qanûnên mirovî yên navneteweyî, nexasim Peymanên Cenevreyê, ku parastinek taybetî ji bo sivîlan ferz dikin û bi tevahî êrîşên li ser jinan di her şert û mercî de qedexe dikin, dibînin.
Ev sûc wekî sûcên şer tên hesibandin û şêwazek sîstematîk nîşan didin ku armanca wan tirsê di nava civakê de belav bike û îradeya wan bişkîne. Bi awayekî ku xwezaya sûcdar û nemirovane ya van koman û kesên ku piştgiriyê didin wan eşkere dike. Em van sûcên hovane bi tundî şermezar dikin. Nexasim hedefgirtina rasterast a jinan, kuştina wan bi awayekî xemsar. Em wan aliyên ku piştgirî û fînansekirina van çeteyan dikin, ji aliyê qanûnî û exlaqî ve bi tevahî berpirsiyarê van sûcan, dibînin.
Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku ji bo rawestandina van binpêkirinan bi awayekî lezgîn tevbigirin, lêpirsînên navneteweyî yên serbixwe û bêalî li ser sûcên li dijî jinan vekin, hemû binpêkirinan belge bikin û wan bişînin mekanîzmayên dadwerî yên navneteweyî yên pispor, hemû kesên ku beşdarî bûne yan jî hevkarî kirine hesab ji wan were xwestin û pêşî li sûcdaran bigirin ku ji cezakirinê birevin.
Di heman demê de em bang li raya giştî, rêxistinên civaka sivîl, xwedî wijdan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, dengê xwe li hember van sûcan bilin bikin, ji ber bêdengî jî hevkariya wan û edalet mafeke ku bi demê re naqede.
Xwîna jinan ne tenê hejmareke derbasbûyî ye, lê belê berpirsiyariyeke exlaqî û qanûnî ye ku hesabpirsîn û edaletê dixwaze.
Em piştgiriya xwe ya tevahî bi malbatên qurbaniyan re tekez dikin û pabendbûna xwe ji bo parastina jin û mafên wan, xebata ji bo eşkerekirina rastiyê û misogerkirina ku sûcdar ji cezakirinê nerevin, nû dikin.
Şehîd namirin
Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
11`ê Çileyê 2026`an






