Li bajarê Hesekê bi sedan şênî, bi tevlîbûna nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser, meşeke girseyî bi dirûşma “Em hemû Şêxmeqsûd û Eşrefiye ne” li dar xistin. Beşdaran êrîşên bi çekên giran ên li ser sivîlên herdû taxên Helebê şermezar kirin.
Meş ji Qada Hemama ya li taxa Til Hecer dest pê kir û li Qada Şehîd Serhed a li taxa Muftî bi dawî bû. Piştî xulekekek rêzgirtinê, endama Encûmena Efrînê Gulîstan Efrîn axivî û destnîşan kir ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sembola azadî û rûmetê ye û vîna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê nîşan dide. Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.






