Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, li ketina bajêr û li devera çarerêya Sînalko ya li ser rêya Hesekê û Qamişlo, pêşwaziya ciwan û çalakgerên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine kirin. Ev ciwan li ser banga seferberiyê hatine da ku piştgiriyê bidin berxwedana Rojava û li dijî êrişên çeteyên “Hikûmeta Demkî” bisekinin.





