Ji bo gelê me yê li bajarê Qamişlo:
Em we agahdar dikin ku sedema qutbûna avê li bajêr vedigere qutbûna xeta elektrîkê ya ji Benda Tişrînê, ku bûye sedema rawestana demkî ya stasyonên pompkirina avê.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê:
•Me tavilê elektrîka Stasyona Siwêdiyê gihand stasyonên avê.
•Jeneratorên me bi hemû hêza xwe dixebitin da ku herikîna avê berdewam bike û dema qutbûnê kurt bibe.
•Em we agahdar dikin ku dem û bernameya dabeşkirina avê bi berdewamî li ser Rûpela Fermî ya Şaredariya Qamişlo tê belavkirin.
Em spasiya têgihiştin û sebra we dikin. Tîmên me yên teknîkî bi şev û roj dixebitin da ku xizmeta avê di zûtirîn dem de bi şêweyekî bê navber vegere.
Rêz û silav




