Îro li bajarê Til Hemîsê, bi beşdariya hemû pêkhate, saziyên sivîl û tevgerên pêşeng ên jin û ciwanan, meşek hat lidarxistin.
Beşdaran bi dirûşmeya’hêza me QSD’ê ye’, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin .
Her wiha destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser e, lê vîna gel ji hemû çekan xurttir e. Di meşê de banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser wekî erkeke neteweyî hat qebûlkirin û şêniyan soz dan ku ew ê heta dawiyê li pişta QSD’ê bin û parastina axa xwe bikin.






