Piştî ragihandina seferberiya giştî, îro li hemû bajarên me, Encûmen û komînên me bi ruhê fedakariyê di nava liv û tevgerê de ne. Gelê me yê leheng, li ber deriyê malên xwe û li her taxekê, mil bi mil li kêleka zarokên xwe yên di nava refên Hêzên Ewlekariyê û Hêzên QSD’ê de cihê xwe digirin. Ev xwedîderketina li axa pîroz ji Kantona Cizîrê dest pê kir û îro her ferdekî me ji bo parastina destkeftiyên şoreşê bûye mertal. Silav û hurmet ji bo her jin, xort, zilam, kal û zarokên ku di vê berxwedanê de cih digirin, em ê dengê vê berxwedana dîrokî bigihînin her derê cîhanê û her kes dê bibe şahidê vê vîna polatî.
Encûmen û komînên me bi şev û roj di çeperan de şiyar in, her wiha tîmên me yên tenduristiyê û ciwanên me yên zanîngehê li hemû nexweşxaneyan li ser serê birîndaran in û erkên xwe yên mirovî bi cih tînin. Em wekî Kantona Cizîrê serbilind in ku xwedî bijîşkên welatparêz in ku ji bo rizgarkirina jiyanê têkoşîn dikin. Durûşma me ya bingehîn zelal e, Di ferhenga gelê Kantona Cizîrê de teslîmkarî tune ye, em ê heta dawiyê li ser rêya şehadeta bi rûmet û azadiyê bimeşin






