Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Jiyan Hesen, diyar kir ku gelê herêmê bi vîneke polayî û biryardariyeke mezin rûpelên dîroka xwe dixemilîne. Wê destnîşan kir ku ev hêz ji bereketa axa pîroz û ji canfidayiya şehîdên nemir, bi taybetî Şehîd Xebat û Şehîd Nûredîn Sofî tê girtin.
Hesen tekez kir ku yekîtî û hevgirtina gelê Cizîrê bûye keleha herî xurt ku hemû plan û lîstikên li dijî herêmê têk birine. Hesen bal kişand ku Cizîr ne tenê axek e, lê keleha vîna azadiyê û mînaka berxwedana li dijî zilm û talanê ye. Ragihandina seferberiya giştî banga rûmetê bû, ku tê de hemû pêkhate, ji ciwan û jinan heta kal û pîran, bûn yek dest û bûn mertalê parastina paşeroja xwe.
Hesen diyar kir ku ev qonax çarenûsa herêmê diyar dike, îro Kurd, Ereb û Suryan di nava yekîtiyeke dîrokî de, li her kolan û taxekê mil bi mil bi hêzên xwe yên parastinê re ne. Her wiha tekez kir ku ev hevgirtina gelan, hemû lîstik û nûçeyên derewîn ên dewleta Tirk a dagirker vala derxistin.
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser diyar kir ku bêdengiya navneteweyî vîna gelê me neşikand, berevajî hişt ku dengê gel bilindtir bibe û gelê herêmê bi biryardarî ber bi diyarkirina çarenûsa xwe ve bimeşe û tu biryarên li dervayî vîna xwe qebûl neke.
Di dawiyê de Jiyan Hesen anî ziman ku destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan li bajarên mîna Dêrik heta Hesekê ji Qamişloya dilê Kurdistanê heta Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Tirbespiyê, Rimêlan, Çilaxa û Girkê Legê hatine bidestxistin rûmeta me ne li ser milê her kesî ne û wê tu carî rê nedin destdirêjiya li ser van nirxan, ji ber ku ev roj, roja parastina rûmet û paşeroja zarokan e. Hesen bi dirûşma “Yan azadî yan serkeftin” tekez kir ku axa Cizîrê wê li hember her dagirkeriyê her tim wek keleheke berxwedanê serbilind bimîne.






