Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi hemû pêkhateyên xwe, bi saziyên civakî, partiyên siyasî û bi pêşengiya jinan, îro li dijî êrîşên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji Qada Jina Azad bi bilindkirina alên QSD’ê û bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanê dest pê kir.
Beşdaran bi dengê xwe yê bilind destnîşan kirin ku êrîşên dagirkeriya Tirk bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser têne meşandin, lê vîna gel ji hemû çekan xurttir e. Di meşê de banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser wekî erkeke neteweyî hat qebûlkirin û şêniyan soz dan ku ew ê heta dawiyê li pişta QSD’ê bin û parastina axa xwe bikin.






