• العربية
Thursday, January 22, 2026
  • Login
Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cizîrê
  • Mal
  • Deste
    • Desteya Rêveberiya Herêmî
    • Desteya Aborî û Çandiniyê
    • Desteya Jîngehê
    • Desteya Perwede û Fêrkirinê
    • Desteya Çandê
    • Desteya Hundirîn
    • Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran
    • Desteya Ciwanan û Werzîşê
    • Desteya Tenduristiyê
    • Desteya Enerjiyê
    • Desteya Diravî
    • Desteya Jin
    • Desteya Malbatê Şehîdan
  • Nivîsgeh
    • Nivîsgeha Raghandinê
    • Nivîsgeha Pêwendiyan
    • Nivîsgeha Plansaziyê û Serjmariyê
    • Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan
    • Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberan
  • Rêveberiyên
    • Kargerî
  • Meclis
    • Meclisa bajarê Qamişlo
    • Meclisa bajarê Hesekê
  • Encûmena gelan
    • Civîn
    • Biriyar
    • Zagun
  • Encûmena Rêvebir
  • Encûmena Dadmeniya Civakî
  • Rêxistina Jinê
No Result
View All Result
  • Mal
  • Deste
    • Desteya Rêveberiya Herêmî
    • Desteya Aborî û Çandiniyê
    • Desteya Jîngehê
    • Desteya Perwede û Fêrkirinê
    • Desteya Çandê
    • Desteya Hundirîn
    • Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran
    • Desteya Ciwanan û Werzîşê
    • Desteya Tenduristiyê
    • Desteya Enerjiyê
    • Desteya Diravî
    • Desteya Jin
    • Desteya Malbatê Şehîdan
  • Nivîsgeh
    • Nivîsgeha Raghandinê
    • Nivîsgeha Pêwendiyan
    • Nivîsgeha Plansaziyê û Serjmariyê
    • Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan
    • Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberan
  • Rêveberiyên
    • Kargerî
  • Meclis
    • Meclisa bajarê Qamişlo
    • Meclisa bajarê Hesekê
  • Encûmena gelan
    • Civîn
    • Biriyar
    • Zagun
  • Encûmena Rêvebir
  • Encûmena Dadmeniya Civakî
  • Rêxistina Jinê
No Result
View All Result
Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cizîrê
No Result
View All Result

Ji Raya Giştî re

January 19, 2026
in Daxuyanî
A A
Ji Raya Giştî re
0
SHARES
11
VIEWS
Share on FacebookShare on Twitter
Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bi serbilindî û rûmeteke mezin fedakariyên şehîdên xwe yên nemir bi bîr tînin û li himber wan bejna xwe ditewînin. Em têkoşîna gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê ve bilind dinirxînin, wan gelên ku di nava mercên herî dijwar de, bi vîna xwe, bi biratiya jiyana hevpar û bi edaleta civakî, ezmûneke demokratîk a pêşeng afirandin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, tevlêbûna xwe ya tam ji bo Seferberiya Giştî radigihîne û destnîşan dike ku ev seferberî erkekî neteweyî û exlaqî ye ji bo parastina gelê me û destkeftiyên şoreşa me. Di salvegera 13’an a damezirandina Rêveberiya Xweser de, em bang dikin ku ruhê berxwedanê û parastina rewa ya li ser ax û rûmetê bibe hişmendî, rêxistinbûn û berpirsiyariyeke kolektîf.
Di vê çarçoveyê de, em pabendbûna xwe ya xurt bi parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û 19’ê Tîrmehê re dubare dikin, ew şoreşa ku berhema berdêlên giran û têkoşîna dijwar a li dijî zilm û terorê bû. Em radigihînin ku em ê her dem bibin aliyekî çalak di her pêvajoyeke çareseriyê de ji bo krîzên Sûriyeyê. Baweriya me bi diyalogê wekî vebijarkeke stratejîk heye, û em çareseriya siyasî ya demokratîk û nenavendî wekî misogeriya mafên hemû pêkhateyan û bingeha aramî û aştiyê dibînin.
Her çend em bangewazên aştiyê bin jî, em di heman demê de radigihînin ku aştiya rastîn bêyî “Parastina Cewherî” pêkan nabe. Ger şer li ser me bibe ferz, an hebûn û mafên gelê me bibe armanc, em bi her awayî amade ne ku parastina xwe ya rewa bikin û li dijî her gefeke li ser ewlehî û aramiya herêma me, di nav amadebaşiyê de ne.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê tekez dike ku mafên destûrî yên rewa yên hemû pêkhateyan, mafên resen û bingehîn in, ev maf ne cihê înkarê ne û nabe bibin mijara tu peyman û tawîzên siyasî. Em daxwaz dikin ku ev maf di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk û piralî de, di destûrekê de werin çespandin ku wekhevî û edaletê ji bo hemû gelan misoger bike.
Li Kantona Cizîrê, em careke din dibêjin ku hêza me di yekitiya pêkhateyên me de ye. Em Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî ne, me di dirêjahiya dîrokê de bi hev re jiyan kiriye û em ê di pêşerojê de jî bi hev re bijîn. Xwîna şehîdên me li ser vê axê tevlî hev bûye û her kesî mil bi mil ji bo azadî, rûmet û jiyana hevpar feda kirine. Em soza xwe nû dikin ku em ê heta dawiyê li ser prînsîpên Rêveberiya Xweser dilsoz bimînin.
Her wiha em tekez dikin ku em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, heta ku rewşa ewlehiyê li herêmê bi cih bibe, di seferberiya giştî de berdewam in.
Şehîd rêberên têkoşîna me ne, Sax in tu carî namirin Berxwedan jiyane.. bijî biratiya gelan.
ShareTweetPin

Related Posts

Jiyan Hesen: Yekîtiya gelê Cizîrê hemû komplo vala derxistin, ew ê bi her berdêlê axa xwe biparêzin
Daxuyanî

Jiyan Hesen: Yekîtiya gelê Cizîrê hemû komplo vala derxistin, ew ê bi her berdêlê axa xwe biparêzin

by RXD
January 22, 2026
Daxuyanî

by RXD
January 20, 2026
Îlham Ehmed, derbarê êrişên li ser Rojava, sekna gel û bêdengiya hêzên navnetewî bi riya ANHA’yê peyamek belav kir
Daxuyanî

Îlham Ehmed, derbarê êrişên li ser Rojava, sekna gel û bêdengiya hêzên navnetewî bi riya ANHA’yê peyamek belav kir

by RXD
January 20, 2026
Next Post
Li Til Hemîsê meşeke girseyî bo piştgiriya QSD’ê hat lidarxistin

Li Til Hemîsê meşeke girseyî bo piştgiriya QSD’ê hat lidarxistin

Ji bo gelê me yê Kantona Cizîrê

Ji bo gelê me yê Kantona Cizîrê

  • Mal
  • Deste
  • Nivîsgeh
  • Rêveberiyên
  • Meclis
  • Encûmena gelan
  • Encûmena Rêvebir
  • Encûmena Dadmeniya Civakî
  • Rêxistina Jinê

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • Mal
  • Deste
    • Desteya Rêveberiya Herêmî
    • Desteya Aborî û Çandiniyê
    • Desteya Jîngehê
    • Desteya Perwede û Fêrkirinê
    • Desteya Çandê
    • Desteya Hundirîn
    • Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran
    • Desteya Ciwanan û Werzîşê
    • Desteya Tenduristiyê
    • Desteya Enerjiyê
    • Desteya Diravî
    • Desteya Jin
    • Desteya Malbatê Şehîdan
  • Nivîsgeh
    • Nivîsgeha Raghandinê
    • Nivîsgeha Pêwendiyan
    • Nivîsgeha Plansaziyê û Serjmariyê
    • Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan
    • Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberan
  • Rêveberiyên
    • Kargerî
  • Meclis
    • Meclisa bajarê Qamişlo
    • Meclisa bajarê Hesekê
  • Encûmena gelan
    • Civîn
    • Biriyar
    • Zagun
  • Encûmena Rêvebir
  • Encûmena Dadmeniya Civakî
  • Rêxistina Jinê