Bi armanca piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, îro li bajarê Hesekê xwepêşandaneke hat lidarxistin. Bi hezaran şênî û nûnerên Rêveberiya Xweser bi alên QSD’ê û wêneyên şehîdan, ji Qada Kevokê heta Qada Şehîd Serhed derketin.
Di axaftinên li ser navê Rêveberiya Xweser de hat destnîşankirin ku her du taxên Helebê bûne kelên vînê û sembola berxwedana li dijî dorpêçê. Her wiha hat tekez kirin ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve li pişt QSD’ê ye û amade ye destkeftiyên şoreşê biparêze.
Meş bi diruşmên dilsoziyê û yekdengiya bi berxwedana taxên Helebê re bi dawî bû.






