Bi sedan welatparêzên navçeya Tel Hemîsê derketin qadan û bûn dengê birîna taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Gelê herêmê sûcên hovane ên “Hikumeta Demkî” şermezar kirin û bi dirûşmên xwe peyamek zelal dan cîhanê:
“Em li pişt QSD’ê ne û berxwedana Helebê rûmeta me ye.”
Vê xwepêşandanê nîşan da ku dûriya rêyan nabe asteng li pêşiya vîna yekgirtî ya gelê me.






