Meclisên Malbatên Şehîdan a bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemîsê ên kantona Cizîrê der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Pakrewangeha Şehîdan a Taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyan şermezar kirin.
Daxuyaniya li Qamişloyê li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat xwendin. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Lîloz Xelîl bi zimanê Kurdî, Şêrzad Remo bi zimanê Erebî xwend.
Li Til Hemîsê daxuyanî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat xwendin. Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif daxuyanî xwend.
Li Tirbespiyê jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şîlan Hacî li pêş avahiya meclisê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku Meclisên Malbatên Şehîdan ên Cizîrê bi dilekî tijî hêrs êrişa çeteyên hikuemta demkî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Pakrewangeha Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê şermezar dikin.
Di daxuyaniyên meclisan de hat destnîşankirin ku bêhurmetiya pakrewangehên lehengan û lîstina bi cenazeyên şehîdan, kiryarekî derexlaqî û sûcekî dermirovî ye.
Meclisan hişyarî da ku tu bêhurmetî li cenazeyên şehîdan ên di destê çeteyan de neyê kirin û got: “Em bang li hemû rêxistinên mirovî, hiqûqî yên navneteweyî û dewletên bibandor di doza Sûriyeyê de dikin ku bêdeng nemînin, demildest destwerdanê bikin da ku pêşî li van binpêkirinên hovane bigirin û hûrmeta şehîdan biparêzin.”
Di dawiya daxuyaniyan de diruşmên “Şehîd Namirin” û”Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” hatin berzkirin.






