Em wek Tevgera Îslama Demokratîk, ji Mizgefta Elî Bin Ebî Talib a Girkê Legê, êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin. Ev êrîşên hovane li dijî ola Îslama pîroz û nirxên mirovahiyê ne. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelê xwe radigihînin.






