6`ê Çileyê 2025`an de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê rastî êrîşeke leşkerî berfireh ji aliyê komên çete yên girêdayî wezareta parastinê ya hikumeta demikî ya Sûriyê ve, hatin. Ev êrîş planeke Tirkiyê û bi piştgiriyeke ne eşkere ya hêzên navneteweyî bû. Ev êrîş xeleke nû ji rêzehedefgirtina hebûna Kurdan ku pêkhateyeke resen ji pêkhateyên bajarê Helebê ye, temsîl dike û berdewamiya binpêkirin û komkujiyên giran ên li dijî niştecihên beravên Sûriyê û şêniyên parêzgeha Siweydayê ye.
Ev êrîş 6 rojan li pey hev dewam kir û di bingeha xwe de êrîşeke navneteweyî li ser du taxên niştecihbûnê, bû. Têde hemû cûreyên çekên giran li hember çekên yekane û sivik hatin bikaranîn. Êrîşeke ku bi hezaran encamên komên çekdar beşdar bibûn di navde endamên rêxistina DAIŞ`ê û li hember 100 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Ew şerekî newekhev bû ji hemû aliyan ve, dûrî nirxên mirovî, exlaqî û rêgezên şer ên ku di asta navneteweyî de hatine pejirandin.
Tevî vê yekê hevalên me yên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi berxwedaneke dîrokî û qehremanî li hember vê êrîşê sekinîn, parastina sivîl û gelê me li her du taxan kirin. Di 6 rojên berxwedana wêrek a li dijî cûrbecûr çekên giran de, qehremanên me wateyên herî bilind ji fedakariyê nîşan dan. Bi destpêkirina her du fermandarên qehreman, Ziyad û Azad,
ku êrîşên herî dijwar şikandin û bi îradeyek xurt pêşengiya berxwedanê kirin, heta rêheval Hewar, Dilbirîn, Viyan, Feraşîn, Rojbîn û Denîz ku bi çalakiyên xwe yên fedakariyê asta herî bilind a girêdana bi nirxên gelê xwe û doza xwe ve temsîl kirin da ku fedakariya wan di wijdan û hişmendiya gelê me de her û her bimîne.
Desteserkirina her du taxan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî wezareta parastinê ve nabe mirov weke serkeftinekê bi nav bike, lê belê ew kiryarek xiyanetê û sûcekî mezin e ku ji aliyê desthilatdariyekê ve hatiye kirin ku îdîya dike ku nûnertiya dewletê dike di heman demê de welatiyên xwe dikuje û rûmeta wan binpê dike. Ev desthilatdariyek e ku îdîya dike ku bi Îslamê ve girêdayî ye di heman demê de bi cenazeyan dilîze, civakan binpê dike û sûcên şer ên eşkere, pêk tîne.
Her rejîmek ku xwe bi dewletekê xurt dike li dijî gelê xwe, rewabûna xwe winda dike her ku çiqas destekê ji aliyê navneteweyî de bigre. Ji ber gel çavkaniya rewabûnê ye, bikaranîna tank û topên giran li dijî taxên niştecihbûnê lewazbûnê vê desthilatê û tirsa wê, eşkere dike, ne hêza wê diyar dike lê belê dê bimîne mohreke reş di dîroka Sûriyê de.
Em tekez dikin ku îradeya gelê me yê ku bi dehsalan li hember dorpêçkirin û neheqiyê li ber xwe da, çi di bin desthilatdariya Baasê de be çi jî di serdema hikûmeta demkî de, ligel berxwedana lehengî ya ku ji aliyê qehreman û lehengên me ve hate nîşandan, serkeftvanê rast ew e. Her wiha em tekez dikin ku komkujî, binpêkirin û heqaretên li dijî gelê me û şehîdên me hatine kirin dê bê hesabxwestin derbas nebe û birînên wan heta ku ji berpirsiyaran hesab neyên xwestin dê di wijdanê me de zindî bimînin.
Li ser bingeha pêkanîn û binpêkirinên cidî yên ku di van rojan de qewimîne, em bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî dikin ku berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe û rewşa mirovî û ewlehiyê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişopînin, di çarçoveya êrîşên hovane, binpêkirinên rûmeta mirovan, înfazên meydanî, sûcên şer, qirkirina etnîkî û guhertina demografî ya ku rastî gelê me tê. Her wiha em daxwaza hebûna hêzek navneteweyî li her du taxan dikin da ku pêşî li pêkanîna sûcên nû bigirin, ji ber tunebûna baweriyê bi hêzên ewlehiyê yên dewletê, ku ji aliyê kesên xwedî îdeolojiyên tundrew û DAIŞ`î ve têne rêvebirin.
Ji ber armanca sereke ya vê êrîşê guhertina demografî ye, em bang li gelê xwe yê li her du taxan dikin ku li malên xwe bmînin û em bang li kesên ku neçarî koçberiyê bûne ku vegerin malên xwe.
Di dawiyê de tevî ku em ji asta êşa ku gelê me dikişîne dizan in jî, em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tekez dikin ku em ê hemû çavkaniyên xwe yên madî û manewî ji bo sivikkirina bandorên vî şerî terxan bikin û em ê li her derê û di her şert û mercî de li kêleka gelê xwe bin.
Şehîd namirin, şîfaya acil ji birîndaran re
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
11`ê Çileyê 2026`an






