Îro serê sibê, Mesîhiyên Kantona Cizîrê bi boneya Rojbûna Ysû’i, li Dêra Mar Circis a Rom li bajarê Hesekê ayîneke olî ya bi heybet li dar xistin. Ev pîrozbahî ku ji aliyê Metranê Cizîrê û Firatê, Mar Mawrîs Emsîh ve hate birêvebirin, di nav atmosfereke kûr a şahî û aramiyê de derbas bû. Di merasîmê de bi beşdariya malbatên Mesîhî sirûdên miladê hatin xwendin û dirozên taybet ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyê û tevahiya cîhanê hatin kirin. Di ayînê de hate tekezkirin ku jiyana hevbeş û xurtkirina nirxên biratiyê di navbera hemû pêkhateyên olî yên civaka Sûriyê de bingeha sereke ya aştiyê ye.
Ji bo parastina ewlehiya pîrozbahiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora dêran tedbirên ewlehiyê girtin da ku welatî bi aramî erkên xwe yên olî bi cih bînin.
Hêjayî gotinê ye ku her sal pîrozbahî li gorî salnameyên cuda têne kirin, dêrên Katolîk, Protestan û ew dêrên Ortodox ên ku salnameya Grîgorî dişopînin cejnê di 25’ê Kanûnê de pîroz dikin, lê belê Dêra Ermenî di 6’ê Rêbendanê û dêrên Ortodoks ên ser salnameya Yuliyanî jî di 7’ê Rêbendanê de pîrozbahiyên xwe li dar dixin.






