Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bi boneya Rojbûna Ysû’i serdana saziyên Mesîhî li bajarê Qamişlo kir. Serdanê Encûmena Milî ya Suryanî di Dêra Mar Yaqûb de, Ofîsa Partiya Yekîtiya Suryanî û navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) di nav Xwe de girt.
Di serdanê de, Îlham Ehmed cejna gelê Mesîhî pîroz kir û bal kişand ser dîroka hevpar a pêkhateyên herêmê. Ehmed amaje bi “Peymana 10’ê Adarê” kir û hêvî xwest ku beriya serê salê gavên berbiçav bên avêtin, tevî astengiyên derve û hundirîn ên ji encamên polîtîkayên rejîmê. Wê tekez kir ku piştî serê salê dê xebat ji bo avakirina Sûriyeke nû ya ku layîqî qurbanîdanên gel be, berdewam bikin.
Ji aliyê xwe ve, berpirsên Suryan tekez kirin ku yekrêziya herêmê bingeha aştiyê ye. Wan daxwaza destûreke nû kir ku mafên hemû gelan biparêze û bi fermî nasnameya çandî, zimanî û dîrokî ya gelê Suryan-Aşûrî misoger bike.






