Hevseroka Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ilham Ehmed di civîneke çapemenî de ku îro hate lidarxistin got, hikumeta demikî ya Sûriyê berpirsa herî mezin di têkçûna pêkanîna peymana 10`ê Adarê de ye.
Liham Ehmed diyar kir ku bûyerên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi şerekî çapemenî li dijî taxên Kurdan dest pê kir û komên girêdayî hikûmetê bi mehan e ku her du taxên bajarê Helebê dike hedef ku ev jî bû sedema derketina aloziyê.
Her wiha destnîşan kir ku wezareta parastinê ya Sûriyê bi awayekî fermî operasyona leşkerî li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ragihand, tevî vekişîna QSD`ê li gorî peymana 1`ê Nîsanê ji her du taxan û anî ziman ku hikumeta Sûriyê hebûna QSD`ê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêş xist, û piştre êrîşeke dijwar bi beşdarbûna 80 tankan pêk anî ku di encama wê de 48 kes şehîd bûn.
Ilham Ehmed anî ziman ku komên êrîşkar binpêkirinên mezin pêk anî û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê beşdarî êrîşa li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bûn her wiha çeteyên ji Uygur, ji bilî komên tirkî û endamên din ên biyanî.
Ilham Ehmed got, yek ji şertên rakirina cezayên Amerîka û rojavayî li ser Sûriyê, parastina kêmneteweyan û derxistina şervanên biyanî bû, lê hikûmeta Sûriyê heta niha berovajî vê kiriye, êrîşî elewiyan, durzî, xiristiyanan û niha jî êrîşî Kurdan kiriye û bang li hikûmeta Amerîkayê kir ku helwesta xwe li hember hikûmeta Sûriyê ku li dijî gelê xwe komkujiyan dike, zelal bike.
Hevseroka Dayîreya Têkiliyên Derve Ilham Ehmed di dawiyê de tekezî bi pabendbûna Rêveberiya Xweser û QSD`ê bi vebijêrka diyalog û berdewamiya diyalogê û berdewamiya danûstandinan kir û di heman demê de îşaret bi girîngiya raswestandina êrîşan û garantiya parastina şêniyên li Heleb û Efrînê kir her wiha xebatên ji bo dermankirina birînên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Efrînê di bin çavdêriya aliyên navneteweyî û NY`yê de, kir.






