Li ser daxwaz û giliyên gelên Taxa Başûr a bajarê Dirbêsiyê derbarê xerabûna xeta kanalîzasyonê ya bi dirêjahiya 100m, karmendên Şaredariya Gel îro bi awayekî meydanî destwerdan kirin. Piştî kontrolê derket holê ku xet dabeşî du beşan dibe: Beşa yekem bi amûrên şaredariyê (Sarox û JCB) di cih de hate vekirin û sererastkirin, lê beşa duyem ji ber ku ziyaneke mezin dîtibû, biryar hate girtin ku lûleyên nû lê werin bicîhkirin û di demeke nêz de xebatên wê yên bingehîn dest pê bikin.
Tevî ku îro bêhnvedana fermî bû jî, karmend û kadroyên teknîkî yên şaredariyê ji bo xizmeta gel li ser karê xwe bûn da ku pirsgirêka taxê bi yekcarî çareser bikin û rewşa xizmetguzariyê baştir bikin.






