Yekîtiya Ciwanên Suryanî, ji bo pîrozkirina sersalê, darika “Îlona” li taxa Nasira ya bajarê Hesekê vêxist. Di şahiyê de xelkê herêmê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî amade bûn.
Hevserokê Yekîtiya Ciwanên Suryanî, Subhî Melkî, di axaftina xwe de diyar kir ku Hesekê bajarê aştiyê ye û ev dar sembola jiyana hevbeş û hezkirina navbera gelan e.
Şahî bi vêxistina darê, fîşekên hewayî û govendên gelêrî bi dawî bû.






