Bi hevahengiya Ofîsa Teknîkî ya Şaredariya Gel a Girkê Legê û Beşa Paqijiyê, xebata paqijkirina xeta sereke ya kanalîzasyonê li taxa Şehîd Qehreman dest pê kir. Armanc ew e ku herikîna avê baştir bibe, rê li ber kombûna avê li kolanan bê girtin û pirsgirêkên ji ber bendebûna torê çênebin.






