Ofîsa Yasayî ya Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê, di çarçoveya xurtkirina prensîbên Rêveberiya Xweser û çespandina têgeha jiyana hevbeş de, yekemîn peymana Jiyana hevbeş ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatî amadekirin derxist.
Ji bo gelên ku dixwazin vê defterê derxin, divê ev belge amade bin:
Belgeya “destûrdayin” ji Komînê (bi mora Encûmena Navçeyê, 3 wêneyên kesane ji bo jin û mêr, wêneya nasnameyê an belgeyeke fermî ji bo her du hevjînan, û 2 pûlên Rêveberiya Xweser.






