Ji bo paqijiya giştî û xuyangeke şaristanî ya bajêr, ji hemû xwediyên firoşgeh û avahiyên niştecihbûnê tê xwestin ku li gorî rênimayên jêrîn tevbigerin:
1_Divê li ser her firoşgehekê tabelayek bi zimanê Kurdî û zimanekî din ê bijartî hebe. (Dem:mehek).
2_Her firoşgehek selikek gemarê li ber deriyê xwe deyne. (Dem: Hefteyek)
3_Paqijkirin û rêşkirina ber deriyê firoşgeh û malan bi awayekî rojane.
4_Pêwîst e xwediyên firoşgehan di dema diyarkirî de destûrê xwe nû bikin. (Dem: Mehek.
5_Avahiyên pirqatî divê li gorî hejmara malbatên tê de, selikên plastîk li ber avahiyê deynin.
6_Avêtina bermahiyan li ser navberên rêyan û cihên giştî qedexe ye. Divê her kes pabendî demjimêrên avêtina gemarê be.
7_Her kesê ku van rênmayan binpê bike, dê li gorî zagonan were cezakirin.
8_Têpînî: demjimêrên Komkirina bermahiyan
Taxên Niştecîbûnê: demjimêr08:00 a.m
Kolana Bazarê:demjimêr 08:00 a.m û 18:00.p.m
Spas ji bo hevkariya we.






