Xwendekarên sala 2’emîn ên beşa Werzişê li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan, projeyeke fêrbûnê bi şêwaza şanoyê pêşkêş kirin. Di şanoyê de agahiyên li ser derketinû, rêzik û zagonên lîstika Basketbolê bi rengekî hunerî û hêsan hatin nîşandan.
Ev çalakî bi rêdana Desteya Perwerde û Fêrkirinê hat lidarxistin, bi armanca teşwîqkirina rêbazên nûjen û pêşxistina şiyana xwendekaran di warê perwerdehiya werzişî de.






