Desteya Jîngehê li kantona Cizîrê, bi armanca parastina xwezayê û zêdekirina qadên kesk, projeyeke nû ya darçandinê bi navê “Daristana Şehîd Ehmed Mihemed (Baron)” li parastgeha Çiyayê Kezwanan vekir.
Di çalakiyê de, Hevserokê Desteya Jîngehê li kantona Cizîrê, Mihemed Ehmê axivî û diyar kir ku ev proje di çarçoveya plansaziya desteyê de ye ji bo firehkirina qadên kesk li parastgehan, her wiha avakirina xalên xizmetguzariyê ku bi av û enerjiya rojê hatî amadekirin.
Ji aliyê xwe ve, Hevseroka Rêveberiya Jîngehê li Hesekê, Rovend Ebdo, bal kişand ser girîngiya projeyê ji bo vejandina jîngehê û parastina hevsengiya ekolojîk, û da zanîn ku di projeyê de nêzî 1000 dar li parastgehê tên çandin.
Çalakî bi xulekek bê dengî rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, paşê şirîta vekirinê hat birîn û beşdaran dest bi çandina daran kirin.







