Encûmena Jin a Desteya Aborî û Çandiniyê li Kantona Cizîrê civîna xwe ya salane ya sala 2025’an bi amadebûna Kordînasyona Jin û nûnerên ofîsên kantonê li dar xist.
Civîn bi xulekek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir û tê de rewşa siyasî, bandora wê li ser jinan û rola wan di parastina destkeftiyan û beşdariya di qada aborî de hatin nirxandin.
Piştî xwendina rapora salane ya xebatên 2025’an û nîqaşkirina serkeftin û astengiyan, Encûmenê plansaziya sala nû ragihand. Ev plan bi armanca xurtkirina beşdariya jinan di biryardayinê de, lidarxistina kursên perwerdeyan ji bo bilindkirina asta karkirinê û piştgirîkirina projeyên jinên gundewar hat amadekirin.
Civîn bi biryardariya li ser xebata hevbeş ji bo avakirina aboriyeke civakî û dadperwer bi dawî bû.






