Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî êrîşa hêzên Hikûmeta Veguhêz li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê şermezar dike, ku di encama van êrîşan de jinek şehîd bû û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn.
hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa van êrişan û bandorên wê yên xeternak e, ji ber ku ev êriş di demekê de ku pêdivî bi zanîn, xweragirtin û xebateke cidî ya ber bi agirbestê ve heye, bi xwe re krîzên tînin, aramiyê têk dibin.
Em tekez dikin ku ev êrîş tenê xizmeta dijminên Sûriyeyê dikin, yên ku dixwazin hewldanên neteweyî yên ji bo yekkirina xîtaba Sûriyeyê têk bibin û hewldanên ji bo gihîştina çareseriyek siyasî ya berfireh ku li gorî hêviyên hemû Sûriyeyê be, têk bibin. Em tekez dikin ku xwesteke gel ,berxwedan e.
Her wiha ev ne cara yekeme ku êriş li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin, berê jî binpêkirinên peyman û lihevkirinan çêbûne.
Ev binpêkirin û destdirêjî, ku bi êrîşên dubarekirî yên li ser her du taxan, di nav dorpêça berdewam a li ser her du taxan de têne temsîlkirin, ku pratîkên rejîma Baas a hilweşiyayî tîne bîra mirov, û berdewamiya heman siyasetan li dijî gel nîşan dide, pirsên cidî derdixe holê li ser asta pabendbûna rastîn a çareserkirina pirsgirêkên mayî, û li ser cidîbûna çûna ber bi çareseriyek berfireh ve ku Sûriyê dixe ser rêya ewlehiyê, û hêvî û daxwazên gelê Sûriyê di avakirina Sûriyeyek demokratîk û nenavendî de pêk tîne, ku hemî Sûrî tê de xwedî maf û erkên wekhev bin.
Di dawiyê de, em tekez dikin ku berpirsiyariya rizgarkirina Sûriyê berpirsiyariya hemûyan e, û em bang li hemû Sûrî û hêzên neteweyî yên Sûriyê dikin ku hewldanên xwe zêde bikin û bi hev re bixebitin da ku bigihîjin çareseriyeke berfireh û dadperwer ku dawî li polîtîkayên dehsalan ên çewisandin, dûrxistin û kuştinê bîne, û bi hev re bixebitin da ku welatekî ku hemî gelê wê bicîh bike, Sûriyeyeke azad, demokratîk, nenavendî û ewle, ava bikin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk
a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22’ê Kanûna, 2025’an






