Bi pêkanîna prensîbên Hevpeymana Civakî û sepandina sîstema Hevserokatiyê di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de, Kordînasyona Jin di Encûmen Cîbcîkar a Kantona Cizîrê de bi amadebûna hemû Hevserokatiyên deste û ofîsan û şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hola desteya perwerdê civîna xwe ya salane lidarxist. Civîn bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtina şehîdan dest pê kir.
Rewşa siyasî û bandora guhertinan li ser jinan li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî hatin nirxandin. Piştre, sînevîzyonek li ser destkeftî û xebatên jinan di sala 2025’an de hat nîşandan û raporên salane yên hemû desteyan hatin xwendin û gotubêjkirin, bi mebesta xurtkirina têkoşîn û birêxistinkirina jinê di nav sîstema rêveberiyê de.
Civîn bi komek encamên sereke bi dawî bû:
1-Pejirandina nêrîneke hevbeş ji bo xurtkirina jinê û bilindkirina rola wê di astên biryardayinê de.
2- Pejirandina plansaziya salane ya bernameya pêşxistina aborî ku warên perwerde, çand û beşdariya siyasî lixwe digire.
3- Destpêkirina bernameyên perwerdeyê yên taybet ji bo jinên kedkar.
4- Piştgirîkirina projeyên aborî yên jinan û xurtkirina plansaziya stratejîk.
5- Pêkanîna prensîbên Hevpeymana Civakî bi rêya sepandina sîstema Hevserokatiyê di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de.
6- Piştgirîkirina komîna bi rêya çalakkirina komîteyên jinan di nav wan de.






