Îro li bajarokê Şedadê, wek beşek ji rêze konfiransên li Kantona Cezîrê ku di bin dirûşmeya “Komîn bingeha avakirina aştî û civakek demokratîk e” têne lidarxistin, yekemîn konfiransa komînan hat lidarxistin.
Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê, Hesen Şero, û cîgirê xwe Mihemed Berak, endamê Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, hevserokên komînan, Encûmena Malbatên Şehîdan û serokên eşîran jî beşdarî konfiransê bûn.
konfirans bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtina giyanê şehîdan dest pê kir.
Armanca konfiransê ew e ku rola komînan di jiyana rojane de zêde bike û asta xizmetên ku ji niştecihan re têne pêşkêş kirin baştir bike. Di vê çarçoveyê de, zehmetiyên ku di xebata xizmetî û rêxistinî de rû bi rû dimînin, planên pêşerojê ji bo çareserkirina wan û pêşîgirtina dubarebûna wan gûftûgokirin.
Konfiransê gelek encam û pêşniyar derxistin, yên herî berbiçav :
1- Ji nû ve avakirina komînan û aktîvkirina komîteyên wan ên cûr bi cûr.
2- Pêşkêşkirina piştgiriya darayî û moralî ji bo komînan.
3- Rêkxistina mekanîzmaya çavdêriya karmendên komînan, bi tekezî li ser bicîhanîna Biryara Hejmar (1) a derbarê demjimêrên xebata roja Şemiyê de.
4- Bicîhanîna zagona desthilata taybat ya ku karê komînan birêve dibe.












