Wekî beşek ji rêze konfiransên ku li Kantona Cezîrê di bin dirûşmeya “Komîn bingeha avakirina aştî û civakeke demokratîk e” têne rêxistin, îro Roja Sêşemê yekemîn konfiransa komînan li bajarokê Erîşê hat lidarxistin.
Di konfiransê de, Cîgirê Hevserokê Encûmena Cîbicîkar Birêz Mihemed Berak, Nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser, Serokatiyên Hevbeş yên komînan, Encûmena Malbatên Şehîdan û serokên eşîran amade bûn.
Konfirans bi xulekek bê deng ji bo rêzgirtina giyanên şehîdan dest pê kir.
Armanca sereke ya konfiransê ew bû ku rola komînan xurt bikin û asta xizmetên ku ji bo gel têne pêşkêş kirin baştir bikin. Ev jî bi riya gûftûgokirina pirsgirêkên rojane yên li ser karên rêxistinî û xizmetiyê pêk tê.
Encamên Dawiya Konfiransê
1-Ji nû ve sazkirina komînan û aktîvkirina komîteyên wan.
2-Pêşkêşkirina piştgiriya darayî û moralî ji bo komînan.
3-Çêkirina mekanîzmekê ji bo şopandina pabendiya karmendan û bicîhanîna Biryara Hejmar (1) ya li ser demjimêrên karê roja Şemî.
4-Rêxistina konfiransên salane yên hevbeş.
5-Organîzekirina perwerdehiyê bo rêvebir û endamên komînan.
6-Bicîhanîna zagona desthilatê di nav komînan de.







