Sibeha îro li bajarokê Til Koçer ê kantona Cezîrê yekemîn konferansa komînan bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser û hevserokatiyên komînan hate lidarxistin.
Di dawiya konferansê de, encam û pêşniyar di raporeke fermî de hatin belgekirin, ku piştre bi fermî were pejirandin. Her wiha dirûşmeyên ku yekîtiya gelên herêmê piştrast dikin hatin gotin.
Encamên sereke yên konferansê:
1-Ji nû ve avakirin û piştgirîkirina komînan bi rêya projeyên biçûk (Kopratîv)
2-Avakirina “komengehan” li gundan da ku wekî navendên kombûna komînan xizmet bikin.
3-Pêşkêşkirina piştgiriya darayî ji komînan re da ku alîkariya malbatên kêmdahat bikin.
4- Lidarxistina korsên perwerdeyê (girtî an vekirî) ji bo hişyarkirina girîngiya komînan.
5- Misogerkirina beşdariya komînan di biryargirtinên têkildarî herêmên wan de.
6- Hêzdarkirina jinan û dayîna roleke rêberiyê di nav avahiya komînan de.