Roja duyemîn a 7emîn Festîvala Şehîd Ronahî Bawer ya Dîlana Gelêrî li gulîstana Azadî ya li bajarê Qamişlo li Kantona Cezîrê.
Şandek ji Rêveberiya Xweser û gelek kes beşdarî Festîvalê bûn.
Di roja duyemîn de, çend koman govend pêşkêş kirin, di nav wan de komên ji Dêrik, Qamişlo, Til Temir, Amûdê, Hesekê û Rimêlan jî hebûn.
Komek mûzîkê ji Rojhilatê Kurdistanê jî peyamek pîrozbahiyê ji festîvalê re şand û xwesteka xwe ya beşdarbûna di salên pêş de anî ziman.
Festîval di 17ê Îlonê de bi pêşkêşkirina komên mûzîkê yên ji Koçerat, Tebqa, Hesekê, Reqa, Qamişlo û koma mûzîkê ya Suryanî Yarsûsa bi dawî dibe.
Festîval ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND) ve, bi hevkariya Tevgera Hîlal Zerîn û Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê tê rêxistinkirin.