Ofîsan jinan a yekîtiya rewşenbîran li Kantona Cezîrê, êvara îro li bajarê Hesekê bi boneya 3emîn salvegera mirina jina ciwan a Kurd Jîna (Mehsa) şevek wêjeyî û hunerî li dar xist.
Ev şev li Gulîstana Xwendinê hate lidarxistin û hejmarek nivîskar, helbestvan û dilxwazên çandê beşdar bûn.
Rêveberiya yekîtiyê gotarek pêşkêş kir û tê de behsa têkoşîna jinan kir û diyar kir ku Cîna bûye sembola azadî û rûmetê.
Hejmarek helbestvanên jin beşdarî şevê bûn. Beşîra Derwîş helbestek bi zimanê Kurdî xwend, piştre Kurdistan Yûsif helbestek bi Erebî got. Piştre Enahîta Sîno û Bêrîvan Amûdê helbestên li ser berxwedana jinan pêşkêş kirin.
Fatima Ehmed jî çîrokeke kurt bi zimanê Kurdî xwend û Kewser Mardînî jî çîrokeke din bi zimanê Erebî pêşkêş kir. Şev bi straneke Sonya ku ji bo giyanên şehîdan hatibû amadekirin bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku Cîna Emînî di 16ê Îlona 2022an de, piştî ku ji aliyê polîsên “exlaqê” ve li Tehranê hate girtin, mir, ev yek li Îranê û li cîhanê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwepêşandanên berfireh li dar xist.