Di çarçoveya rêze ger û misyonên meydanî de, şaredariya gel a bajarê Hesekê yê li Kantona Cezîrê gelek çalakiyên xizmetî û rêxistinî li ser bazar, rê û taxên bajarê pêk anîn.
Gera vekolînê li bazara Hal
Komîteyek hevbeş ji beşa Kontrolê û Ofîsa Rêveber a Şaredariya Gel a Hesekê, bi hevrêziya encûmena bazara Hal a Navendî, gera bazara Hal a li herêma Kebaba pêk anî.
Di dema gerê de, xwediyên firoşgehan hatin hişyarkirin ku ji bo dayîna xerca xwe ya salane di dema diyarkirî de serî li beşa zagonî ya şaredariyê bidin.
Pêşxistina Paqijiyê li Kolanên bajarê Hesekê
Wekî beşek ji hewldanên beşa Paqijiyê ji bo çandina çandeke parastina jîngehê û xuyangê giştî yê bajêr, 15 selikên çopê yên nû li çend kolanên sereke û kêlekê yên Hesekê hatin belavkirin.
Ev beşek ji planeke berfireh e ku armanc dike xalên kombûna çopê çareser bike û peyzaja bajêr li taxên niştecihbûnê baştir bike.
Kontrolkirina tevgera trafîkê li rawestgehên bajêr
Beşa veguhestinê ya şaredariya gel a li bajarê Hesekê dest bi çavdêriya rawestgeha bazara hal û rawestgehên veguhastina navxweyî kir, ji bo kontrolkorina tevgera trafîkê û piştrast kir ku ajokar bi zagonên trafîk û rêveberiyê pabend in.
Di dema kontrolkirinan de, hejmarek wesayît hatin kontrolkirin, û binpêkirin li dijî hin kesên ku bi biryarên ku veguhastina di nav bajêr de rêk dixin ne pabend bûn hatin tomar kirin.