Di 8ê Tîrmehê de, panelek di bin dirûşmeya “bi hev re ber bi civakek Sincî, Demokratîk û Beşdarî” ku ji hêla Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser li Kantona Cezîrê bi hevkariya Kongra Star ve hat rêxistin.
Armanca panelê gûftûgoyan li ser rêbazê avakirina civakek hevgirtî ya li ser dad û beşdarbûnê, û kêmkirina diyardeyên civakî yên metirsîdar ên wekî kûştin, xwekûştin, madeyên hişbir û tundî.
Zêdetirî 100 beşdar ji rêxistinên jinan, tevgerên civakî û nûnerên partiyên siyasî beşdarî panelê bûn.
Beşdaran rêze pêşinyar pêşkêş kirin, yên herî berbiçav ev in:
Yekem:
Destpêkirina kampaneyeke hişyariyê ya berfireh li gund, bajarok û bajaran, bi beşdariya tevger û rêxistinên jinan, di nav de:
1_Pêşkêşkirina sîmeneran li ser diyardeyên kûştin, xwe kûştin û tundiyê.
2_Şîrovekirina zagona malbatê û zagona dijî sûcên sîber bi riya civînên civakî.
Duyemîn:
Pêkanîna Kampaneyeke raghandinî:
1_Destpêkirina haştagên hişyariyê.
2_Belavkirina vîdyo û şanoyên kin li ser malapêrên ragihandinê.
3_Nîşandana dozên belgekirî û bernameyên tilvîzyonê yên hişyarkirinê li cihên giştî.
Sêyem:
1_Bang li Encûmena Dadê tê kirin ku lezê bide dezgehên kûştin û xwekûştinê.
2_Pêşkêşkirina semînerên li ser zagona malbatê û sûcên sîber ji bo partiyên siyasî yên destûrdayî.
Çaremîn:
1_Lidarxistina semînerek taybet ji bo ciwanan bi rêya saziyên ciwanan.
2_Lidarxistina korsên perwerdeyhiyê ji bo piştgiriya derûnî û ramanî li cem jinan
3_Xirtkirina bicîhanîna zagonên têkildarî jinan, bi taybetî zagona malbatê û zagona sûcên sîber.
4- Berfirehkirina kampanyayên hişyarkirinê li dibistan û saziyên perwerdehiyê.
5- Piştgiriya navendên şênkirina derûnî , bi taybetî ji bo jinên ciwan.
6- Hêzkirina ciwanan da ku di avakirina hişyariya civakê de rolek bilîzin.
7- Destpêkirina kampanyayên hişyariyê yên li dijî madeyên hişber ji hêla Desteya Tendrustî û Desteya Hundirîn ve.
8- Beşdarbûna Konferansa Îslama Demokratîk bi dayîna semînerên hişyarkirinê li mizgeftan li ser diyardeyên neyînî.
Pêncemîn û dawî:
Rêxistinkirina panelan, komxebat, rûniştinên diyologê û şanoyên Ragihandinê ku hemû beşên civakê, ji malbat û komînan bigre heya eşîran, di nava xwe de bigrin, da ku civakek demokratîk, beşdar, Sincî û wekhevî pêk were.