Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, bi rêya Desteya Çandê ya Kantonê, pêşkêşkirina lênerîn û baldariya xwe ji bo çalakiyên afrîner, nemaze ji bo zarokan berdewan dike. Di vê çarçoveyê de, peymangeha Xabûr a girêdayî Desteya Çandê li Kantona Cezîrê, di bin çavdêriya mamoste Mihemed Cûdî de li bajarê Hesekê korsên mûzîkê yên taybet di warê note û solfêjê de li dar xist.Kors bi rêk û pêk sê rojan di heftiyê de têne lidarxistin Yekşem, Sêşem û Pêncşem, û di nav komên de temenên cur bi cur di pejirînin.
Armanca van waneyan pêşxistina jêhatiyên mûzîkê li cem xwendekaran û zêdekirina zanîna wan a diyarîtî û pratîk di warê mûzîkê de.