Şaredariya gel a Girgê Legê li Kantona Cezîrê, bi rêya sindoqên gilî û pêşinyaran ên li seranserê bajêr belav bûye, bersiva giliyên hatine wergirtin da.
Li gorî encama giliyekî, Komîteya jenatorê gera vekolîna jenatora “Hanî el_Nezal li taxa Ş.Hevraz pêk anî, li wir ji xwediyên jêneratorê hat xwestin ku ji ber xirabûnên pir, lênerîna bi rêk û pêk bike.
Gerek li ofîsa otrombêlan jî hate kirin, xwediyên otrombêlan hişyar kirin ku otrombêlên xwe li ser peya rê nesekinînin, û niha gotin heye ku hemî ofîsan veguhêzin dervî bajêr.
Her wiha, li ser desteserkirina peya rêyan û kolanan, firoşgehên ne zagonî ji Kolana bijîşkan hatin rakirin.
Şaredariya Gel ji bo bawerî û hevkariya gel spasiya wan kir û wan vexwend ku pêşkêşkirina têpiniyên xwe bi rêya sindoqên gilî û gazindan bidomînin.