Ji bo parastina tendrustiya giştî û pêşîgirtina belavbûna nexweşiyên ku ji ber xwarina berhemên ku bi ava ne ewle tê avdan, Desteya Jîngehê li Kantona Cezîrê, bi rêya Rêveberiya jîngehê ya li Hesekê û bi hevrêziya komîteya çandê, şaredariya gel, hêzên ewlekariya hundirîn û hêzên parastina jîngehê kampaneya xwe ya ji bo nehiştina binpêkirinên têkildarî avadana berhemên havînê bi ava karîzan didomîne.
Kampane ji bo zeviyên ku eşkere bûye ku sebzeyên xwe dispêrin ava qirêj piştî rêze hişyariyên devkî û binpêkirinê niviskî yên ji cotkarên binpêkirinkar re hate dayin pêk hat.