Pêkhateyên bajarê Hesekê, bi beşdariya bi sedan şênî, saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyên siyasî, wek nîşaneya rêzgirtina ji bo şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, sekneke girseyî li dar xistin.
Ev çalakî hevdemî merasîmên xatirxwestina şehîdan a li Kobanê pêk hat. Bi xulekek bêdengî ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre Hevserokê Encûmena Bajarê Hesekê Farûq Tozo axaftinek pêşkêş kir, wî tekez kir ku ew ê li ser riya berxwedanê û şopa şehîdan bimeşin û têkoşîna azadî û rûmetê her geş bikin.
Di dawiyê de, bi dirûşmên dilsoziya bi xwîna şehîdan û soza girêdanbûna bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re çalakî bi dawî bû.






