Îro bajarê Qamişlo bû qada berxwedan û rûmetê, bi hezaran şêniyên bajêr û kantona Cizîrê di meşeke girseyî de derketin kolanan, da ku tawan û binpêkirinên hovane yên li dijî sivîlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar bikin.
Di vê xwepêşandanê de, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û tevgerên jinan li gel gelê xwe bûn û bi yek dengî êrîşên li ser sivîlên bêparastin red kirin.
Beşdaran bi dirûşmên xwe yên gur, piştgiriya xwe ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn nîşan dan û di heman demê de bêdengiya navdewletî ya li hemberî qirkirin û wêrankirina taxan şermezar kirin. Meşa îro careke din ji cîhanê re îsbat kir ku vîna vî gelî li hemberî zilmê naşikê û parastina rûmeta mirovahiyê xeta wan a sor e.”






