Bi beşdariya şêniyên Şedadê meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin.
Di meşê de hat destnîşankirin ku armanckirina taxên aram, ku dibe sedema kuştina jin û zarokan, encama bêdengiya navneteweyî ye. Gel di meşê de daxwaz kir ku tavilê dawî li van êrîşan bê anîn.






