Ji 6`ê Çileyê ve, gelê me li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrîşên hovane yên hêzên girêdayî hikûmeta Şamê berxwedaneke bêhempa, dimeşîne.
Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di çarçoveya hedefgirtina sîstematîk a mizgeft, dibistan û nexweşxaneyên ku ji xizmetê derketin, malên sivîlan, navendên giştî de, ji bo vê berxwedana leheng ku wateyên herî bilind ên berxwedan û parastina rûmet û hebûnê nîşan dide, heyranî, rêz û hurmeta xwe ya herî mezin diyar dikin. Ev yek binpêkirineke eşkere ji hemû qanûn û pîvanên navneteweyî û pêkanîna tawanên ku digihîjin tawanên şer nexasim bi çêbûna şehîd û birîndaran di nav de jin û zarok û hedefgirtina rasterast a nexweşxaneya taxê.
Rêveberiya Xweser piştgiriya xwe ya tevahî ji bo daxuyaniya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştrast dike ku armanca van êrîşên li dijî niştecihên her du taxan komkujiyan pêk bîne, koçberiya bi darê zorê ferz bikin, demografiya bajarê Helebê biguherînin û peymana 1`ê Nîsanê têk bibin û ev yek bi piştgiriya rasterast a dewleta Tirk û beşdariya komên tundrew bi sembol û dirûşmeyên ku ew bilind dikin, hatiye îspatkirin ku hin ji wan endamên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ne, ev hewldanek nayê qebûlkirin ji bo vejandina vê rêxistina sûcdar li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û gelê me jî dê di bin tu şert û mercan de qebûl neke.
Bêdengiya civaka navneteweyî û hêzên garantor ên ku di peymanên 10`ê Adarê û 1`ê Nîsanê de amade bûn derbarê van sûc û binpêkirinan, hevkariyeke nerasterast e û êrîşkaran teşwîq dike ku siyasetên xwe yên kuştin, wêrankirin û pêkanîna komkujiyan, bidomînin.
Em biryara Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pîroz dikin ku tê de israra şênî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo mayîna li taxên xwe û parastina wan, redkirina wan a teslîmbûn û nebûna baweriya wan a radestkirina ewlehiya xwe ji her aliyekî ku bêkêrhatîbûn an jî beşdarbûna xwe di hedefgirtina sivîlan de îspat kiriye, piştrast kir. Em tekez dikin ku ev biryar îradeya azad a gel û mafekî rewa yê parastin û hebûna xwe îfade dike.
Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne tenê berxwedaneke herêmî ye, lê belê berxwedaneke rûmetê ye û serkeftina wê serkeftina rûmeta Sûrî û mirovahiyê bi tevahî ye û berdewamiya têkoşîneke dirêj a xelkê her du taxan li hember êrîş û binpêkirinên di salên borî de dane ku di wan de berdêlên mezin ji bo parastina nirxên jiyana hevbeş, azadî û edaletê dane.
Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû gelê Sûriyê yê azadîxwaz, welatparêz, hemû hêzên demokratîk û mirovî yên li Sûriyê û cîhanê dike ku li kêleka gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bisekinin, bi awayekî çalak beşdarî piştgiriya vê berxwedana rewa bibin û tevlî seferberiya giştî ya ku ji aliyê Meclisa Giştî ya her du taxan ve ji bo parastina sivîlan, mafên wan di jiyana ewle û rûmet de hatiye ragihandin bibin da ku em rê li ber her kesê dixwazin gelê me qir bikin û komkujiyan li dijî wan pêk bînin, bigrin.
Di dawiyê de em şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rêzdarî bi bîr tînin, li hember berdêlên wan ên mezin bejna xwe ditewînin, ji birîndaran re şîfaya acil dixwazin û piştrast dikin ku xwîna şehîdan dê vala neçe û îradeya gelên azad ji hemû hewldanên binpêkirin û destdirêjiyê xurttir e.
Şehîd namirin
Şîfaya acil ji birîndaran re
Serkeftin ji berxwedan û rûmeta mirovahiyê re
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
9`ê Çileyê 2026`an






