Li ser bingeha ku em weke xeteriya qirkirin û komkujiyan dibînin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê hedefgirtina rasterast û sîstematîk a Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji roja yekem a êrîşan ve, bangeke lezgîn li raya giştî ya herêmî û navneteweyî, hêzên navneteweyî, rêxistin û saziyên mirovî û mafên mirovan dikin.
Berdewamiya bombebarana li dijî nexweşxaneyê ku saziyeke bijîşkî ya sivîl, sûcekî şer û binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye, jiyana nexweş, birîndar û tîmên bijîşkî dixe xeteriyê her wiha tirsên rastîn ên komkujiyên mirovî ji ber astengkirina xizmetên bijîşkî derdixe holê.
Berdewamiya vê bombebaranê dê karesata mirovî û tenduristiyê girantir bike, sivîlan ji mafê wan ên dermankirinê bêpar bihêle, hejmara qurbaniyan zêde bike û tirs û panîkê di nav şêniyan de belav bike.
Ji ber wê jî em bang li hêzên navneteweyî,NY`yê, rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin, bombebaranê rawestînin, parastina tevahî ji bo nexweşxane û navendên bijîşkî re û garantîkirina berdewamiya xebata tîmên tenduristiyê bê asteng, garanktî bike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
10`ê Çileyê 2026`an






