Di roja 5`emîn de li pey hev taxên sivîl ên ku sivîl di wan de dijîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguheriye qada şerekî vekirî ku li wir cûreyên cûrbecûr ji çekan, di nav de çekên giran di şerekî leşkerî yê xeternak de têne bikar anîn ku jiyana bi deh hezaran ji sivîlan dixe xeteriyê de û ev yek binpêkirineke berçav ji pîvanên qanûna navneteweyî ya mirovî re ye ku pabendbûnê bi parastina niştecihên sivîl di dema şeran de, dike.
Bi navê kadroyên rêveber, bijîşkî û xebatkarên sektora tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em bi tundî bombebarana bi zanebûn û dubarekirî li dijî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir li taxa Şêxmeqsûd ku çar caran hatiye kirin, şermezar dikin û ev sûcekî eşkere ji binpêkirineke giran û berçav ji qanûna mirovî ya navneteweyî û hemû pîvanên navneteweyî yên têkildar e.
Hedefgirtina dubare ya nexweşxaneyê di demên nêzîk de, bi awayekî teqez û bê guman nîşan dide ku ev bombebaran bi zanebûn û sîstematîk tê kirin û armanca wan ku nexweşxaneyê bi awayekî daîmî ji xizmetê derxîne, tevî ku bi zanîn ew nexweşxaneya navendî û bingehîn e ku xizmetên bijîşkî pêşkêşî niştecihên taxa Şêxmeqsûd dike ku ew jî taxeke bi nifûseke zêde ye ku ji berê ve ji şert û mercên mirovî yên pir dijwar zehmetiyan, dikişîne.
Di encama vê bombebarana bi zanebûn de hejmarek ji xebatkarên sektora tenduristiyê dema erkên xwe yên mirovî pêk tannin şehîd û birîndar bûn. Ev yek li gorî Peymanên Cenevreyê nexasim Peymana Çaremîn û Protokolên wê yên zêde, ku bi eşkere parastina navendên bijîşkî û xebatkarên ku di hemû deman de dixebitin, sûcekî şer e.
Ev hedefgirtin di çarçoveya dorpêçeke sîstematîk û bêhnteng de tê ku bi mehan e li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê ferzkirin, ku tê de sotemenî û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê, bi taybetî derman û pêdiviyên bijîşkî, naghêjin ku ev yek sîstema tenduristiyê westandiye û sivîlan ji mafê wan ê bingehîn ê lênêrîna tenduristiyê bêpar hiştiye.
Xebatên şer ên tund û êrîşa leşkerî ya berdewam rê li ber bijîşk, hemşîre û paramedikan digire ku bigihîjin her du taxan ku erkên xwe yên pîşeyî û mirovî pêk bînin ku ev yek binpêkirineke rasterast ji pîvana hêsankirina gihîştina kadroyên bijîşkî û misogerkirina xebata wan a bêasteng e ku ew jî pîvaneke sereke ku di bin qanûna mirovî ya navneteweyî de hatiye garantîkirin.
Di dema serdegirtina endamên artêşa Sûriyeyê li ser taxa Eşrefiyê de, li dijî gerîndeyê Nexweşxaneya Şehîd Osman, şehîd Ednan Osman û biraziyê wî, dermansaz Elî Osman ku ji bo parastina wê û xizmetkirina nexweşan li nexweşxaneyê man, nexweşxaneyek ku wan bi hewldanên xwe ava kiribû û birêve dibir, bi awayekî bêdadwerî darvekirinek meydanî hat kirin. Ev kiryar kuştina bi zanebûn a xebatkarên tenduristiyê, wekî sûcekî şer û binpêkirineke giran a Peymanên Cenevreyê tê hesibandin û dikeve nav kiryarên qedexekirî ku li gorî dozên qanûna mirovî ya navneteweyî û qanûna mafên mirovan a navneteweyî berpirsiyariya sûc a takekesî heq dikin.
Bi vî awayî û di encama êrîşa leşkerî ya berdewam a li ser her du taxan de, hemû nexweşxane û navendên tenduristiyê, yên giştî û taybet, ji kar derketine tevî nexweşxaneyên taybet ên li taxa Eşrefiyê, ku ev yek bûye sedema felcbûna hema bêje bi temamî di pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî ji bo niştecihên sivîl re.
Niha, jiyana zêdetirî 70 jin, zarok, mêr û kal û pîrên birîndar ên di Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir de hedefgirtî ye û her wiha hejmareke mezin ji birîndaran ku li derveyî nexweşxaneyê, ji ber bombebarana dijwar û bêserûber di xetereyek rastîn û rasterast de ne. Ji ber ku nexweşxane ji xizmetê derketiye û kêmasiyeke giran di kadroyên bijîşkî û pêdiviyên tenduristiyê de heye, karesateke mirovî û tenduristiyê dê bi xwe re bîne.
Hemû qanûn û peymanên navneteweyî, tevî Peymanên Cenevreyê û Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, tekez dikin li ser pêwîstiya parastina sivîlan, tiştên sivîl û misogerkirina parastineke taybetî ji bo sazî û personelên bijîşkî. Lêbelê, tiştê ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diqewime binpêkirineke sîstematîk û dubarekirî ya van prensîban e û li gorî qanûna navneteweyî wekî sûcên şer tê hesibandin.
Ji ber vê yekê, li ser navê xebatkarên tenduristiyê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em hemû sûcên şer û binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan û saziyên tenduristiyê bi tundî şermezar dikin, û em sûcdar û piştgirên wan ji aliyên qanûnî û mirovî ve bi tevahî berpirsiyarên van sûcan dibînin.
Her wiha em bi lezgînî bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, û tenduristiyê, û her wiha li dewlet û hêzên bi bandor ên di mijara Sûriyeyê de beşdar in dikin ku bêdengiya xwe bişkînin, berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bigirin ser xwe, û tedbîrên bi lez û bibandor bigirin da ku şer rawestînin û dawî li sûcên bombebarana bêserûber û bi zanebûn a li dijî taxên sivîlan û binesaziya sivîl, nemaze nexweşxane û navendên tenduristiyê, bînin.
Di dawiyê de
Şehîdên sektora tenduristiyê namirin
Ednan Arif Elî
Elî Henîf Osman
Orya Eb El-Henan Horo
Şîfaya acil ji birîndaran re
Reqa – 10`ê Çileyê 2026`an
Xebatkarên sektora tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê






