Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi daxuyaniyekê li Qada Kevokê ya bajarê Hesekê, tevlîbûna xwe ya seferberiyê ragihandin. Ciwanan piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd diyar kirin û destnîşan kirin ku ew di nav her şert û mercî de li rex Hêzên Ewlekariya Hundirîn in.






