Kongreya Îslama Demokratîk li Hesekê daxuyaniyek weşand û tê de êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê yên bajarê Helebê şermezar kir, her wiha daxwaza parastina sivîlan û rawestandina tavilê ya topbarana li ser taxên niştecihbûnê kir.
Kongreyê tekez kir ku armanckirina sivîlan û tirsandina jin û zarokan li gorî şerîetê sûcekî mezin e û bi tu hincetan nayê rewakirin. Di daxuyaniyê de aliyên êrîşkar û piştgirên wan wekî berpirsiyarên van binpêkirinan hatin nîşandan û hişyarî li ser metirsiyên fitneyên ku aştiya civakî tehdît dikin hat dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser yekitiya qedera Kurd û Ereban û redkirina ketina nav şerên ku xizmeta ajendeyên biyanî dikin, di heman demê de destwerdanên leşkerî yên ku serweriya Sûriyeyê binpê dikin hatin şermezarkirin. Di dawiyê de, bang li zanyarên olî û civaka navdewletî hat kirin ku ji bo rawestandina van êrîşan û parastina sivîlan helwesteke lezgîn nîşan bidin.






