Kordînasyona Jin di Encûmena Gelan a Kantona Cizîrê de civîna xwe ya salane li dar xist. Civîn bi amadebûna hemû endamên jin ên Encûmenê, Hevserokatiya Encûmena Cîbcîkar, Hevserokên Encûmena herêman, û Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê hate lidarxistin.
Di destpêkê de, geşedanên siyasî û nirxandineke giştî ya rewşa siyasî hatin pêşkêşkirin. Her wiha bandora van geşedanan li ser jinan li Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî hat nirxandin. Her wiha rewşa rêxistinî ya jinan di nava Encûmenê de di nava salekê de hat nirxandin û astengî û zehmetiyên ku di dema xebata xwe de rû bi rû dimînin, hatin nîqaşkirin.
Beşdaran çend encam û biryar girtin, ku ya herî girîng ji wan ev in:
1-Ji nû ve çalakkirina Komîteya Jinan li gorî Hevpeymana Civakî û pergala nû ya Encûmena Gelan.
2_Şopandina pêkanîna rast a zagona taybet bi jinan re.
3_Avakirina komîteyeke lêkolînê ji bo lêkolînkirina pirsgirêkên ku jin li Kantona Cizîrê pê re rû bi rû dimînin.
4_Lêkirina atelyeyên perwerdeyê ji bo bihêzkirina jinan di warê zagonî û Hevpeymana Civakî de.






